Li Stenbolê biryara girtina 35 rojnamevan derket

ji wan 18 rojnamevan hê berê derketine derveyî welat.

K24-NavendaNûçeyan

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, bi tometa endamtiya Cemaeta Gulen, derheqê 35 rojnamevan de biryara binçavkirinê da. 

Hat ragehandin, nivîskar û rojnamevan Ergun Babahan, prof. Dr. Osman Ozsoy û Şemsedîn Efe jî di nav de 18 rojnamevan hê berê derketine derveyî welatê.

Bi biryara dozgeriyê 9 rojnamevan hatin binçavkirin û lêgerîna 8 rojnamevanan jî berdewam dike.