Daxwazkar ê Giştî, Slehedîn Demîrtaş gazî dike bo dadgehê

Serdozgeriya giştî ya Enqereyê ji bo îfadedanê bang li hevserokê giştî yê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş û parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Perwîn Buldan kir.

K24- Hewlêr

Serdozgeriya giştî ya Enqereyê ji bo îfadedanê bang li hevserokê giştî yê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş û parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Perwîn Buldan kir.

Serdozgeriya giştî ya Enqereyê bi tometa bêmafî li beramber serokomar kirine ji bo îfadedanê bang li hevserokê giştî yê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş û parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Perwîn Buldan kir. Ji berê niha jî serdozger bi rêya telefonê Demîrtaş û Buldan vexwendibû serdozgeriyê lê ew neçûbûn. Ji bo wê vê carê jî serdozger vexwendiname ji wan re şand. Li gorî destûra Tirkiyê maddeya 299 kesê ku li dijî serokomar bêmafiyê bike ji salekê heta çar salan tê darezandin.