Barzanî serdana Fransayê dike û bi Holand re dicive

Biryar e Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî di vê hefteyê de serdana Fransa bike û ligel Serokê Fransayê François Holand bicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî di vê hefteyê de serdana Fransa bike û ligel Serokê Fransayê François Holand bicive.

Jêderekî nêzîkî Serokatiya Herêma Kurdistanê ji heftenameya “Bas” ragihand ku Serokê herêma Kurdistanê Masûd Barzanî dê di vê hefteyê de serdana Fransa bike û li koşka Êlîzê ji aliyê serokê Fransa ve were pêşwazîkirin.

Çavdêrê siyasî û mamostayê zanistên siyasî û navdewletî, Sersam Şivanî derheqê naveroka serdana Barzanî ya Fransayê ji Basê re gotiye, Barzanî dê bi serokê Fransa re li ser şerê DAIŞê, operasyona azadkirina Mûsilê, rewşa Pêşmerge û referandûm û serxwebûna Başûrê Kurdistanê gotûbêj bike.

Sersam Şivanî her wiha got, Barzanî li welatên derve bi taybet li Ewropa wek serokê dewletekî tê pêşwazîkirin, dewleta ku di şerê DAIŞê de aktîf e.

Wî pisporê siyasî anî ziman ku welatên Ewropî û hêzên hevpeyman jî gihîştine wê baweriyê ku avabûna dewleta Kurdistanê dê aramiyê bo Rojhilata Navîn bîne.

Di heyama du salên borî de ev cara sêyemîn e Barzanî û serokê Fransa hev dibînin. Du caran Barzanî çûye Fransa û carekê jî serokê Fransa hatiye Kurdistanê.

 

Fly Erbil Advertisment