Erdogan serdana Amerîkayê dike
Mijara radestkirina Fethulah Gulen jî tê gotûbêjkirin.
K24-Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiye Receb Tayîb Erdogan bi armanca beşdarbûna civîna Netewên Yekbûyî ber bi Amerîka bi rê ket.
Li gor medaya Tirkiyê di serdanê de mijare sereke ya Erdogan radestkirina Fethulah Gulen e. ji ber vê yekê Wezîrê Dadê Bekir Bozdag jî pê re ye.
Li gor medya Tirkiyê ji sedî 90'ê xelkê wî welatê pêbawer e ku destê Amerîkayê di kodetayê de heye û hikûmeta Tirkiyê jî daxuyaniyên wiha didin. Ji ber vê radestkirina Gulen di warê têkbirina derbeyê de wek mijara sereke tê dîtin.
Erdogan dabû xuyakirin, ew dilşikestiye ku di dema hewldana derbeyê de ji serokên rojavayê piştevanî nedîtiye. Tê çaverêkirin bi awayek berfireh wan agahdar bike.