Erdogan:Artêşa Azad destewerdana Amerîkayê redike
Da zanîn ku, Artêşa Tirkiyê ber bi başûr û bajarê Babê ve diçe.
K24-Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan ragehand ku, Artêşa Azad a Opozîsyona Sûriyê destêwerdana Hêzên Amerîkayê redikin.
Berî çend rojan çekdarên Artêşa Azad li bajarokê El-Raî Hêzên Amerîkî ji wî bajarokî derkirin û ber bi Tirkiyê ve vekişiyan.
Derbarê vê mijarê Serokomarê Tirkiyê Receb Tayib
Erdogan di kongireyeke rojnamevanî de li firokxaneya Etatûk ragehand ku, tevahiya navçeyên bakurê Sûriyê ji çekdarên DAIŞê hatine paqijkirin.
Erdokan da zanîn ku, niha çekdarên Opozîsyonê bi piştgiriya Artêşa Tirkiyê ber bi bajarokê Babê ve diçin
Herwiha Erdogan tekez kir ku, çekdarên Opozîsyonê naxwazin Hêzên Amerîkayê destwerdanê di operasyonê de bikin.