Li Tirkiyê rojeva pisporan agirbesta li Sûriyê ye

Li aliyê din jî, ligel ku Artêşa Sûriyê di nava hefteyekê de 234 caran şart û mercên agirbestê binpêkirine Rûsyayê çavê xwe lê girtiye û deng nekiriye.

K24-Navenda Nûçeyan

Piştî 5 salan agirbesta ku li Sûriyê di navbeyna Amerîka û Rûsyayê de hate ragihandin digel rûdanên neyî dê berdewam bike an na? Ji bo aramiyeke mayinde gelo ev mijar li Cînevê dê bibe girigtrîn mijar? Alîkariya mirovane ya bo Halebiyan di çi astê de ye? Li Tirkiyê pispor nîqaşa van mijaran dikin.

Agirbesta ku roja pêşî ya Cejna Qûrbanê hate ragihandin bûbû hêviya 250 hezar Halebiyên ku di rewşeke zor dijwar de jiyana xwe berdewam dikirin. Dû aliyê herî giring yê vê agirbestê hebûn. 1- Di serdema agirbestê de ew alîkariya mirovane ku dihate çaverêkirin wê bigihîşta Sûriyeyîyan an na? 2- Ji bo aramiyeke mayinde ew rêyên berdewamkirina agirbestêçi bûn? Xala pêşînji ber kêşeyên brokratîk û polîtîk ew konvoyên alîkariyê yên mirovane ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve ketibûne rê bi rojan li sînorê Tirkiye û Sûriyê hatin rawestandin. Rexneyên hemû rexan ku li hev dikirin li aliyekî ew Sûriyeyên ku bi hêviyeke mezin çavê xwe berdabûne ser rêya alîkariyan di wextê xwe de ji wan alîkariyan sûd wernegirtin. Xala duyemîn jî ew hêviya berdewamiya agirbestê bû. Lê piştî erîşa Emrîkayê ya li hember artêşa Sûriyê ku di encama wê de 90 leşkeran canê xwe ji dest da bû yek ji wan mijarên nîqaşê ku paşeroja agirbestê xiste nava xetereyeke mezin. Li Tirkiyê jî ji aliyê pisporan ve çarenûsa agirbestê bi awakî gelemberî tê nîqaşkirin. Bi boçûna Ozertem, wê çend carên din jî agirbest were dirêjkirin heta ku li komcivînên Cînevê rêyeke çareseriya siyasî were peydakirin.

Pisporê Rojhilata Navîn û Ewlekariyê Hasan Selîm Ozertem wiha got:"Agirbest ji bo pêşîlêgirtina rabûna balefirên şer ên Sûriyeyê hate ragihandin da ku ew balafir ji aliyê hêzên opozîsyon ve neyên xistin. Di vê serdemê bi tenê balafirên Rûsya û Emrîkayê dê rabin ji bo di şerê li dij DAÎŞ Û El Nûsrayê piştevaniyê bidin PYDê û hin komên din ku bi koalisyonê re hevkariyê dikin."

Li gorî Ozertem ji ber ku li herêmê baweriya kesî bi tû kesî nemaye dirêjkirina agirbestê li hisabê herkesî tê.Di vê serdema ku prosesa siyasî destpêkiriye de leşkerên li qada şer jî, destê xwe xurt dikin da ku di maseya çareseriyê de zêdetir bi hêz bin. Ji ber ku agirbest ji bo aliyên ku di şerde ne wek fersendekê tê dîtin û hemû alî wê vê prosesê di pêş de wek fersendekê bikaranîn. Li gorî pispor Oytun Orhan jî di navbeyna Emrîka û Rûsyayê de ji niha ve qeranekê rû daye û ew bawer nake ku agirbest bidome an jî heta Cînevê proseseke siyasî bê meşandin.

Pisporê Rojhilata Navîn Oytun Orhan ji K24ê re wiha axifî:"Hefteya raborî li Emrîkayê bûm. Ji wir agirbest mayînde xuya nake. Zêdetir beriya ku rêveriya Obama bigûhere tê xwestin ku di warê DAÎŞê de encamek bê bidestxistin. Bi baweriya min ji niha ve agirbestê darbeye mezin xwariye. Emrîkayê êrîşî artêşa Esad kir. Piştevaniya wê ya bo komên muxalîf ên li dij Esad her berdewam dike."

Bi boçûna pisporan li Sûriyê ne Rûsya ne jî Emrîka ne li pey çareseriyeke siyasî ne.Li gorî pisporan erîşa Emrîkayê ya li hember leşkerên rejima Esad jî wekpêyamdayînekê ye bo Rûsyayê. Şêwirmendê Esad jî di êrîşa Dêrazorê de Emrîkayê sucdar dike û dibêje ev êrîş mexsûs hatiye kirin.

Li aliyê din jî, ligel ku Artêşa Sûriyê di nava hefteyekê de 234 caran şart û mercên agirbestê binpêkirine Rûsyayê çavê xwe lê girtiye û deng nekiriye. Niha mijara ku herî zêde bûye cihê meraqê; gelo wê Emrîka û Rûsya ji bilî gulaşa pazûyan, li herêmê ji bo çareseriyeke mayinde û agirbesteke temendirêj gavên nû biavêjin an na?

Fly Erbil Advertisment