Li Stenbolê pêşengeha penaberan hat vekirin
Ev pêşangeha ku koçberî û wêranbûna gûnd û bajaran nîşan dide dê bi riya 80 berheman hewl bide ku bala welatî û geştyaran bikşîne.
K24-Stenbol
Ji welatê xwe veqetiyane, li welatên biyanî dijîn û bêwar mane. Ev rewşa ku van demên dawîyê de li dinyayê bûye, yek ji mijarên serekî bi riya berhemên 40 hûnermendan li pêşangehekê tê nîşandayîn. Pêşangeha hûnermendên koçber ya ku mijara wê bêwarî, li Trîenala Stenbolê hat nîşandan.
Ev trîenala ku mijara wê koçberî, bêwarî û zordariye, zêdetir rewşa xerab ya bajar û mirovên Suriyeyê nîşan dide. Rêvebera pêşangehê Hûlya Yazici ji Kurdistan 24ê re ragihand ku krîza koçberiyê li rojhilata navîn bûye arîşeyek mezin û ew dixwazin bi riya berhemên hûnerî mirovan ji êşên koçberan agahdar bikin da ku ev arîşe û alozî zûtir bên çareser kirin.
Derbarê pêşangehê Rêvebera Pêşangehê Hulya Yazici wiha got:'' Me xwest em berhemên wan hûnermendên ku koçber bûne nîşan bidin. Pirtirîna hûnermendên beşdar ji Suriyeyê ne. Em êşa wan ji nêzîk ve hîs dikîn. Li gor min hûner amûreka bertek nîşandayînê ye, ne tenê xweşiyê nîşan dide xerabî û xeletiyan jî nîşan dide û li ser fikrên mirovan tesîreke mezin dike.''
Hinek Welatiyên ku beşdarî pêşengehê bûne dibêjîn pêwîste ev çalakiyên giring bêne zêdekirin da ku herkes ji êş û nexweşiyên hev agahdar bibin.
Herwiha welatiyekê wiha got:''Di pêşangehê de hemî êş û zehmetî tê dîtin.Divê em zêdetir li ser rewşa koçberan bisekinin.Li gor min pêwist e herkes bê li vê pêşangehê bıgere da ku ji nêzik ve rewşa xerap ya koçberbûnê bibîne.''
Her wiha wezîrê çand û geştyariya Tirkiyeyê Nabî Avcî jî ji bo ku balê bikşîne ser rewşa koçberan serdana pêşangehê kir û got ' Gelek tecrûbêyên Tirkiyê li ser van rewşên xerab hene û Tirkiye dê herdem bibe welatê bêwar û koçberan. '
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Çand û Geştyariya Tirkiyê Nabî Avci wiha axifî:'' Bi rastî di berheman de hemî neçarî û zehmetî bi awayekî serkeftî hatîne nîşandayîn. Tirkiye herdem li ser rewşa mirovên koçber rawestiyaye û herdem bûyê warê bêwaran. Heta niha ev tişt bi vî awayî serkeftî nehatîbû nîşandayîn. ''
Ev pêşangeha ku koçberî û wêranbûna gûnd û bajaran nîşan dide dê bi riya 80 berheman hewl bide ku bala welatî û geştyaran bikşîne.