Li Tirkiyê 46 kes ji Tevgera Fetûllah Gûlenî hatin girtin
Beşek ji wan girtiya mamoste ne.
K24-Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê 46 bergûmanên Tevgera Fetûllah Gûlenî hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku, ji aliyê Serzdozgeriya Komarê ya Mereşê ve tê birêvebirin polîsan li 8 bajarên Tirkiyê û bakurê Kurdistanê li dijî Tevgera Fetûllah Gûlenî operasyonek berfireh pêk anîn û bi ser malan de girt.
Di encamê de beşek ji wan mamoste 46 kes bi hinceta pêwendiya wan bi tevgera Fetûllah Gulenî re heye hatin binçavkirin.
Li mala bergûmanan lêgerîn jî hate kirin û li rêvebergeha ewlekariyê tên lêpirsînkirin.