Johnson li Dîlokê serdana kampa penabêran kir
kampê penaberan li navçeya Nîzîbê kir ku têde 11 hezar penaber dimînin.
K24-Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Boris Johnson li bakurê Kurdistanê bajarê Dîlokê serdana kampa penabêran kir.
Johnson û şanda pê re, duh danê nîvroyê ji Enqerê derbasî Dîlokê bû û serdana kampê penaberan li navçeya Nîzîbê kir ku têde 11 hezar penaber dimînin.
Johnson beriya serdanê, ser twittera xwe belav kir ku, ewê li Tirkiyê bi rayedarên hikûmet, saziyên civaka sivîl û opozîsyonê Sûriyê re bicive.
Johnson, neviyê Wezîrê Derve yê hikûmeta dawî ya Împaratoriya Osmaniyan e û ji ber vê gelek gotin û hewldanên wî di medya Tirkiyê de cih digrin.