Li Helebce teqe li baregeha PDKê hate kirin

Li parêzgeha Helebce, teqe li baregeha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hate kirin, dezgehên ewlehiyê jî yekser teqeker desteser kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li parêzgeha Helebce, teqe li baregeha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hate kirin, dezgehên ewlehiyê jî yekser teqeker desteser kirin.

Peyamnêrê K24ê li parêzgeha Helebce ragihand, şeva borî kesekî teqe li baregeha Liqa 12 ya PDKê li Helebceyê kir û hêzên wlehiyê karîn yekser ew kesê teqe kiriye desteser bikin.

Herwiha peyamnêrê K24ê amaje bi wê yekê kir ku, heta niha teqeker li cem asayişa Helebce ye, lê asayişê jî ti daxuyanî derbarê wê bûyerê de neda, herwiha ti zanyarî li sere w kesê teqeker jî neda.

Li gor zanyariyên, ji encama wê bûyerê ti ziyaneke canî nebûye.