Fewza Yûsiv: “Federalîzm ne li ser bingeheke netewî ye”
Komcivîna dawî ji bo gengeşeya bendên Girêbesta Civakî ya sîstema fedralîzmê li herêma Rojava û Bakurê Sûriyê li bajarê Amûdê bi rê ve diçe. Li gor endamên komîteya rêxistinî ya sîstema navhatî armanc wan ji cinvînên wisa ew e ku, nerîna hemû pêkhateyên deverê werbigire. Ji ber rewşa ewlehî derfetê nade bo encamdana rapirsîneke giştî di vê qonaxê de.
K24 – Amûde

Endama Komîteya Rêxistinî ya Fedralîzmê Fewza Yûsiv ji K24ê re axivî û got: “Projeya me ne netewî ye, projeyeke cugrafî û civakî ye, loma pêwîst e navê wê jî li gorî wê be, dibe ku navê wê bibe Federalîzma Demokratîk li Bakurê Sûriyê, da ku hemû pêkhateyan li xwe bigire.”
Li gor bendên Girêbesta Civakî sîstema nû dê li ser bingeha Rêveberiya Xweser û biryara gelan bê avakirin û biryar e di destpêka meha bê de endamên Encûmena Damezrêner a sîstema fedralîzmê sirûd, al û sûnd û navê projeya fedralîzmê destnîşan bikin.
Ev pêngav jî dibe cihê metirsî û gumanê li cem hin pêkhatên deverê û daxwaz dikin ku, ala Sûriyê digel ala federalîzmê bê hildan.
Mitranê Ermeniyan li Hesekê Antwan Odo jî got: “Li Kurdistana Iraqê ala Iraqê bi ala Kurdistanê re tê hildan, çima li vir ala Sûriyê dê neyê hildan. Çima ala Sûriyê tê binpêkirin, ez vê yekê qebûl nakim, loma min xwe vekişand.”
Sîstema federalîzmê ya ku Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û hin partiyên di nava Rêveberiya Xweser de kar li ser dikin, Li ser bingeheke cugrafî û civakî tê avakirin. Ji ber vê yekê hin partiyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê vê pêngavê weke projeyeke netewî Kurdî nabînin û tekez dikin ku, ev yek dijî berjewendiyên gelê Kurd li Sûriyê ye.