87 karmendên MÎT a Tirkiyê ji kar hatin dûrxistin
Kesên ji kar hatine durxistin, nikarin tu dezgeheke dewletêde kar bikin.
K24-Navewn Nûçeyan
Li Tirkiyê ji Dezgeha Îstîxbarata Netewî MÎTê, 87 karmend ji kar hatin dûrxistin.
Piştî hewla derbeya leşkerî ya 15ê Tirmehê di çarçoveya operasyonên dijî Tevgera Fetûllah Gûlenî de lêpirsîna 100 karmendên MÎTê bidawî bû. lêpirsîna 41 karmendan berdewam dike.
Di encamê de li gor zanyariyên dawî 87 karmendên MÎTê ji kar hatin dûrxistin ku bi hinceta pêwendiyên wan bi Cemaeta Gulen re hene.
Hat ragehandin, kesên ji kar hatine durxistin, nikarin tu dezgeheke dewletêde kar bikin.
Beriya niha jî, 141 karmend ji heman saziyê hatibûn dûrxistin.