14 gundewarên Şirnexê weke herêmên ewle hatin ragihandin
Heta 15 rojan dom dike.
K24-Navenda Nûçeyan
Li bakurê Kuridtanê bajarê Şirnexê 14 gundewar heta 15 rojan wekî herêmên ewle yên taybet hatin ragihandin.
Parêzgeriya Şirnexê bi daxuyaniyeka nivîskî da zanîn ko di çarçoveya operasyonên li dijî PKKyê de 14 gûndewarên devera Besta wekî herêmên ewle yên taybet hatine ragihandin. Çûyîn û hatina devera Bestayê ji îro heta 11ê Çiriya Pêşînê qedexe ye.
Duh, li bajarê Şirnexê gerîlayên PKKyê êrîşê leşkeran kiribûn. Di encamê de 6 leşker hatibûn kuştin û leşkerek jî birîndar bûbû.