Li Şirnexê di malekê de 6 terim hatin dîtin
Ji 14ê Adara botî ve li bajarê Şirnexê derketina derva qedexe ye.
K24-Navenda Nûçeyan
Li bakurê Kurdistanê bajarê Şirnexê di malekî de termê 6 kesan hate dîtin.
Li bajarê Şirnexê Taxa Cumhuriyetê Kolana Gûneşê termê 6 kesan û hejmarek zêde çek û teqemenî hatin dîtin.
Tarmên ku,hatine dîtin li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatin vegûhestin. Tê gotin ku, tarmên ku hatine dîtin yên Endamên Yekineyên Parastina Sivîlan(YPS)ê ne.
Ji 14ê Adara botî ve li bajarê Şirnexê derketina derva qedexe ye. Di 4ê Hezîranê de operasyon bidawî hatibûn. Ji 14ê Adarê heta 4ê Hezîranê navbera Endamên YPSê û hêzên leşkerî yên Tirkiyê de şer û pevçûnên dijwar rûdan û bi sedan kes canê xwe ji dest dan.