Li bakur 15 dever wekî heremên ewlekariyê hatin ragihandin

Heta 6 mehan hatûçû qedexe ye.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê bajarê Elezîzê 15 dever heta 6 mehan wekî heremên ewlekariyê yên leşkerî hatin ragihandin.

Parêzgeriya El-Ezîzê bi daxûyaniyeka nivîskî ragihand ku, wan li navçeya Karkaçoçan, Palu, Alacakaya û Aricakê 15 gûndewaran wekî herêmêm ewlekariyê yên leşkerî diyar kirine.

Herwiha da zanîn ku, çûnûhatina heremên leşkerî şeş mehan wate heta Adara 2017an qedexe ye.