Tirkiyê biryara girtina 87 kesan da
Bi hinceta pêwendiya wan bi Tevgera Gulen re heye hatin girtin.
K24-Navenda Nûçeyan
Serdozgeriya Komarê yê Stenbolê biryara binçavkirina 87 kesan da.
Di çarçoveya lêpirsînên derbarê Tevgera Fetullah Gulenî de hêzên ewlekariyê di serî de li Dadgeha Stenbolê û Dadgeha Gazîosmanpaşayê, li 24 bajarên dî yên Tirkiyê bi awayek hevdem dest bi operasyonê kirin.
Li gor medyaya Tirkiyê 87 karmendên her du dadgehên Stenbolê bi hinceta pêwendiya wan bi Tevgera Gulen re heye ji aliyê Serdozgeriyê ve biryrara binçavkirina wan hatiye dayîn.
Ji destpêka hewla kudetaya leşkerî ya ku, li Tirkiyê hatî kirin û heta niha opersyona girtin û binçavkirinê li wî welatî berdewam e.