Parêzgarê Rihayê 3 şaredarên DBPê ji erkê dûrxistin

Parêzgarê Rihayê, bi tometa ku alîgirên PKK'ê ne, şaredarên DBPê yên Wêranşar, Xelfetî û Bozova ji erkê dûrxistin û şûna wan qeyûm erkdar kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgarê Rihayê, bi tometa ku alîgirên PKK'ê ne, şaredarên DBPê yên Wêranşar, Xelfetî û Bozova ji erkê dûrxistin û şûna wan qeyûm erkdar kirin.

Parêzgar, bi danezanek nivîskî da xuyakirin, ji kar dûrxistin di çarçoveya yasaya Rewşa Awarte de hatiye kirin. Şûna şaredaran qeymeqam wek qeyûm hatin erkdar kirin.

Li aliyê din duh jî şaredarê navçeya Hênê ya Diyarbekirê Ebdurehman Zorlu hat girtin. Zorlu di operasyonên 8'ê Îlonê de hatibû binçavkirin.

Di 11'ê Îlonê de 24 şaredarên Partiya Herêmên Demokratîk DBP ji erkê hatibûn dûrxistin û şûna wan qeyum hatibûn erkdar kirin.