Li 13 gundên Lice û Hênê qedexe hat ragihandin
Li navçeyên Lice û Hênê yên Diyarbekirê, li 13 gundan derketina derve heta demeke ne diyar hat qedexekirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li navçeyên Lice û Hênê yên Diyarbekirê, li 13 gundan derketina derve heta demeke ne diyar hat qedexekirin.
Waliyê Diyarbekirê di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber birêveçûna operesyona leşkerî, çûnûhatin li 13 gundên navçeyên Lice û Hênê hate qedexekirin.
Li gor daxuyaniya Waliyê Diyarbekirê, ku qedexe ji îro 1 Cotmehê ve ketiye warê cibicîkirinê û heta agahdariyeke din din berdewam dibe.
Waliyê Diyarbekirê amaje bi wê yekê jî kir, ku ragihandina qedexeyê bo parastina ser û malên welatiyan e.