Tirkiyê muhleta operasyonan li sînorê Iraq û Sûriyê dirêj kir
Bo demê salekê hate dirêjkirin.
K24-Navenda Nûçeyan
Di civîna xwe ya asayî de û bi amadebûna Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan Parlamentoya Tirkiyê bi piraniya dengan muhleta operasyonên xwe li deverên sînorî yên Iraq û Sûriyê bo salekê zêde kir.
Di civîna parlamentoyê her yek ji AKP, CHP û MHP bi belê ew biryara dirêjkirina dema operasyonên leşkerî pesend kir, ji aliyê xwe ve HDPê li dijî wê biryarê derket.