Tirkiyê:kesên piştgiriya terorê bike rê liber wan tê girtin

Di parlamentoyê de ew axiftin kir.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand ku,wan li Şaredariyên  Diyarbekir, Mêrdînê Wanê serperiştiyar bicih kirine.Da zanîn ku, kesên piştgiriya terorê bike rê liber wan tê girtin

Derbarê vê yekê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu di helkefta vekirina parlementoya Tirkiyê de pirsên rojnamevanan bersivand û da zanîn ku, armanca şaredariyan xizmet e ne piştgirîya rêxistina terorê ye.

Herwiha aşkere kir ku,  Kî alîklariya terorê bike armanca wan rêlibergirtina wan e. Soylu diyar kir ku, wezareta wan li Şaredariyên Bajarên Mezin ên wekî Wan, Diyarbekir û Mêrdînê serperiştiyaran bicih kiriye û lêpirsînan dikin.

Berî niha Wezareta Navxweyî li 28 şaredariyan qeyyûm hatibû bicih kiribû û piraniya wan şaredariyên Partiya Herêman a Demokratîk DBPyê bûn. Şaredariyên Bajarên Mezin ên Diyarbekir Mêrdîn û Wan jî bi ser DBPyê re ne.