AKP: Pilana hewla derbeya leşkerî avakirina dewleta kurdî bû

di 15ê Tîrmeha borî de hewla kudeteya leşkerî li Tirkiyê çêbû.

K24-Navenda Nûçeyan

Parlementerê AK-Partiyê Burhan Kuzu dibêje pilana hewla derbeya leşkerî avakirina dewleta kurdî bû.

Parlementerê AK-Partiyê û herwiha Serokê berê yê Komîsyana Destûra Bingehîn Burhan Kuzu ji rojnameya Tirkî a Sozcûyê re axifî û da zanîn ku, hewla derbeya leşkerî man û nemana Tirkiyeyê ye. Hewla derbeyê bi pesendkirina Amerîkayê û kontrola Brîtanya û Îsraîlê de rû daye. Ger derbe serbiketa dê Tirkiye serûbin bûbaya. Yek ji wan armanca derbeyê li rojhilatê Tirkiyê avakirina dewleta kurdî bû.

Li Tirkiyê di 15ê Tirmehê de komeka nav hêzên leşkerî de hewla derbeya leşkerî dan. Hikûmeta Tirkiyê derbarê derbeyê de Tevgera Fetullah Gûlen tohmetbar dike.

Lê belê li gor gelek aliyan ev derbe bi armanca desthilatdariya xwe xurttir bike senaryoya hikûmetê bû.