Erdogan yasaya "11ê Îlonê" ya Kongreya Amerîkayê rexne kir

 

K24-Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan yasaya "11'ê îlonê" ya Kongreya Amerîkayê bi awayek tund rexne kir û got, Tirkiye û Erebistan bi êrişên dijwar re rûbirû ne.

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan beşdarî Televîzyona Rotana ya Dûbaî bû û got ku,, ji ber qebulkirina yasayê xemgîn e û bo betalkirina yasayê, Wezîrê Dadê û Wezîrê Derve jî erkdar kirine.

Erdogan da zanîn ku, Amerîka bi awayek aşkera çek dide PYD ku, baskê PKK'ê yê Sûriyê ye û êrişên dijwar hember welatên misilman hene. Bûyerên Iraq, Sûriye, Pakistan, Efxanistan û Lîbyayê bi vê re girêdayî ne.

Erdogan, derbarê operasyona kontrolkirina Mûsilê de jî got, piştî kontrolkirina Mûsilê divê derveyî erebên sune, tirkmen û kurdan kes li wê derê nemîne.