Erdogan:Tirkiyê bûye hêviya 1,7 mîlyar mislman

Herwiha Hêviya 300 mîlyon Tir jî.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan dibêje, Tirkiye bûye hêviya 1,7 mîlyar misilman û 300 mîlyon Tirkan û bi vê berpirsiyariyê tevdigere.

Serokê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan li Hotêla Sheratonê beşdarî Konferansa Zanist û Teknolojiyê bû. Da zanîn, hê berê nedikarîn tifingek çêbikin lê niha keştiyan û balefirên bê pîlot çê dikin, dost û hevalbendên wan bi hincetên curbicur çek û alavên pêşketî nedane wan.

Erdogan got, hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê cureyek çalakiya terorê ye û niha terorê şêwaza xwe guhertiye. Bo radestkirina Fethula Gulen heta niha 85 kolî belge şandine Amerîka û careke din xwest ku di demek zû de ew radestê wan bê kirin.