Tirkiyê daxuyaniya Parlamentoya Iraqê şermezar kir
"Tirkiye her tim daxwaza aramaiya Iraqê kiriye û yekbûna axa wê parastiye."
K24-Navenda Nûçeyan
Wezareta Derva Yê Tirkiyê bi daxûyaniya nivîskî ya Iraqê şermezar kir.
Wezreta Derva Yê Tirkiyê di beyanameyekê de ragehand û da zanîn ku, ew li dijî biryarên parlementoya Iraqê ne,bi taybetî jî li dijî gotinên ne ciwan ên lihemberî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan in.
Di beyanameyê de hatiye ku, Tirkiye her tim daxwaza aramaiya Iraqê kiriye û yekbûna axa wê parastiye. Di vê çarçoveyê de li dijî DAÎŞê jî şer û xebat dike.
Wezaret diyar ku, ew her tim bi terora ku, çavkaniya wê Iraqê ye rû bi rû maye. Lêbelê teror ti carî ji Tirkiyê neçûye nava Iraqê. Biryara tezkereya ku, parlementoya wan standibû bi salan e di çarçoveya şerê dijî PKKyê de tê standin. Watedar ku Iraq heta niha dengê dêrnedixist lê îro nerazbûn nîşan dide.
Duh, parlementoya Iraqê li dijî Tirkiyê derketibû û bang li Tirkiyê kiribû leşkerên xwe ji Başîkayê dêrbixe.