Birayê parlamenterekî AK Partî jî hat girtin
Birayê parlamenterê AK Partî yê Hatayê Orhan Karasayarê ji ber hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê û endamtiya Cemaeta Gulen hat girtin. Li navçeya Îskenderûn ya Hatayê, 21 kes bi tometa endamtiya Cemaeta Fethulah Gulen derketin pêşberî dadgehê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Birayê parlamenterê AK Partî yê Hatayê Orhan Karasayarê ji ber hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê û endamtiya Cemaeta Gulen hat girtin.
Li navçeya Îskenderûn ya Hatayê, 21 kes bi tometa endamtiya Cemaeta Fethulah Gulen derketin pêşberî dadgehê.
Dadgehê derbarê 5 kesan de biryara girtinê da, ku di nav de Îsa Karasayar ku di heman demê de birayê parlamenterê AK Partî yê Hatayê ye û karsaz Alî Uysal ku dîwarê di navbera bakur û Rojavayê Kurdistanê bêpare ava dikir jî, hatin girtin.
Xizmên girtiyan dan xuyakirin, endamên cemaetê nayên darizandin, lê ew ji 15'ê Tîrmehê ve derketine kolanan û ligel dewleta xwe cih girtine û dîsa jî ceza dibînin.