Hejmara girtiên teqîna Stenbolê bûn 7 kes

Tê de 10 kes birîndarbûbûn.

K24-Navenda Nûçeyan

Derbarê êrîşa bombeyî ya li Stenbolê de kesek din jî hate binçavkirin û bi vî awayî heta niha 7 kes hatin binçavkirin.

Piştî teqîna Stenbolê polîsan di destpêkê de li Stenbolê 3 kesan li bajarê Aksararyê jî 3 kesên din bi giştî 6 kesan binçavkiribûn.

Pêr li bajarê Stenbolê navçeya Yenîbosnayê li dijî navendekî polîsan êrîşek bombeyî pêk hatibû di encamê de 10 kes birîndar bûbûn.