Komîsyona darbeyê digel nîqaşan jî ava bû

Ji ber wê komîsyona darbeyê ya ku li parlamentoyê hate avakirin, ew nakokiya di navbeyna desthilat û muxalefetê de hê kurtir kir. Ji bo ku hemû rêveberiya komîsyonê ji AK Partiyiyan hate hilbijartin jî rexneyên giran tên girtin.

K24 – Enqere

Ji ber wê komîsyona darbeyê ya ku li parlamentoyê hate avakirin, ew nakokiya di navbeyna desthilat û muxalefetê de hê kurtir kir. Ji bo ku hemû rêveberiya komîsyonê ji AK Partiyiyan hate hilbijartin jî rexneyên giran tên girtin.

Ji bo lêgerîn û lêkolîna hewla darbeya 15ê Tîrmehê ew komîsyona ku hate avakirin li parlamentoyê dest bi xebatên xwe kir. Lê belê piştî ku vê komîsyonê dest bi xebatên xwe kir, bû sedama wê yekê ku di navbera partiya dethiladar û partiyên muxalefetê de nîqaşên mezin rû bidin.

Biryarên ku di civîna yekem ya komîsyonê de hatin hilanîn, bû mijara sereke ya rojeva parlamentoyê. Di komîsyonê ew biryara ku li ser piştdayîna hejmara zêde ya AK Partiyiyan ve hate wergirtin.

ji aliyê HDPê ve bi tundî hate rexnekirin. Parlamenterê HDPê Mîthat Sancar ragihand ku, komîsyona darbeyê bi fermana Erdogan veguheziyê komîsyona paqijiyê.

Sancar got: "Me hewl da ku di nava desthilat û mûxalefetê de dîwaneke hevpar pêk bê. Lê belê mixabin em ji heqî desthilatê nehatin ji ber hejmara wan ya zêde. Serokê Komîsyona Darbeyê, cigîr, berdevk û katib hemû AKPyî ne. Ji komîsyoneke bi vî rengî wê çi derkeve?"

Derbarê wan nîqaşên li ser komîsyona darbeyê ku ji aliyê muxalefetê ve jî tê rexnekirin, ji bo ku bersivê bide Serokê Komîsyona Darbeyê Reşat Petek derkete pêşberî medyayê. Petek ragihand ku muxalefetê pêşniyara têkel nekiriye.

Herwiha Petek bersiva wan pirsên ku bi parastina FETOyê tê sucdarkirin jî da û got: “Di wan serdemên ku Fetullah Gulen wek cemaetekê jî dihate binavkirin, ti carî têkîliya min an jî girêdaneke min pêre nebûye. Di serdemên raborî de jî min piştgiriya wan jêpirsînên derbarê wesayetê de kiriye. Ev sucdarkirin, di wê demê de bi wan daxuyaniyên min ên derbarê dozên Fettullah Gulen ve girêdayî ye."

Partiyên opozîsyon diyar kirin, ev komîsyon wê rastiyê darbeyê ti caran dernexe holê, AK Partiyê jî îdia kir ku ev komîsyon wê hemû terîşktên vê rêxistinê yên derbarê darbeyê de yek bi yek derxe holê.