DAIŞ êrîşî leşkerên Tirkiyê li Başîkê kir

Berî niha Parlementoya Iraqê ban li Tirkiyê kiribû ku, leşkerên xwe ji Başîkayê vekişîne.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Çekdarên DAÎŞê bi top û çekên giran êrîşê bingeha Gedûyê ya li Başîkayê kirin û pevçûnek dijwar derket.

Li gor nûçeya Ajansa Anadoluyê  piştî bersiva leşkerên ku, li bingehê bûn sengerekî topan DAÎŞê hatiye tinekirin. Herwiha balafirek bêfirokevan ya DAÎŞê jî hatiye xistin.

Perwergeha leşkerî ya Başîkayê ev demek e navbera Tirkiye û Iraqê de bûye sedema kirîzê.

Berî niha Parlementoya Iraqê ban li Tirkiyê kiribû ku, leşkerên xwe ji Başîkayê vekişîne.

Herwiha ji aliyê xwe jî 5 partiyên herêma Kurdistanê jî hebûna leşkerên Tirkiyê a li Başîkayê wekî neyasayî û nedestûrî dabûn zanîn. Lêbelê Tirkiye dibeje ew di çarçoveya şerê DAÎŞê de li Başîkayê ne.