Rêveberekî AKP hat kuştin
Li pêşiya mala xwe hate kuştin.
K24-Navenda Nûçeyan
Rêveberekî AK Partî li navçeya Qelqeliya Wanê hat kuştin.
Derbarê kuştina Rêveberekî AKP Parêzgariya Wanê di daxuyaniyekê de ragehand ku , çend endamên PKK'ê, xwestine otombêla Mûştû jê bigrin. Lê ji ber ku nexwestiye otombêla xwe bide hatiye gulebarankirin û di cihê bûyerê de canê xwe ji dest daye.
Da zanîn ku, Aydin Mûştû, Cîgirê Serokê Şaxa Qelqeliya yê AK Partî, li pêş mala xwe ji hêla kesên nenas ve hat kuştin.