Baluken: Dê destê Yildirim ji kar were kişandin
Parlementerê Partiya Demokratîk a (Gelan HDP) Îdrîs Baluken dibêje, dê Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim ji kar were dest kişandin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Parlementerê Partiya Demokratîk a (Gelan HDP) Îdrîs Baluken dibêje, dê Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim ji kar were dest kişandin.
Baluken îro di Lijneya Giştî ya Parlementoya Tirkiyê de axivî û got, rewşa awarte ji bo bingeha sîstema yekmirovî a Tirkiyê were avakirin, tê ragihandin.
Baluken rexne li hikûmetê girt û da zanîn ku, AK-Partî nekarî bi encamên hilbijartinan sîstema yekmirovî bidest bixe, lêbelê rewşa awarteyê ji bo derfetên sîstema yekmirovî bikartîne.
Baluken herwiha ragihand ku, dê Serokwezîr Binalî Yildirim di nav 4 - 5 mehan de dest ji kar were kişandin.