Kurtulmûş :Hêza me li Iraqê dimîne
Berî niha Amerîkayê ragehandibû ku, ew hêz ne peşek ji hevpeymaniya navdewletî ye.
K24-Navenda Nûçeyan
Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Numan Kurtulmûş ragehand ku, hebûna hêza welatê xwe li navçeya Başîqê rewaye, da zanîn ku, ew hêzên xwe ji wê deverê nakînin hetanî ku, pêwîstî bi wan heye.
Derbarê hebûna Hêzên Tirkiyê li Iraqê Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Numan Kurtulmûş bo ajansa Anadolê ragehand ku, hêza wan ya ku, li kampa Başîqê dimîne bi armanca şerê li dijî DAIŞê li wire, da zanîn ku, hebûna wê hêzê jî rewaye.
Kurtulmûş aşkere kir ku, welatê wî hêza xwe ji Iraqê venakşîne heta ku pêwîstiya wê heye, ji ber ku, ew hêz piştgiriya gelê Mûsil dike.
Têzanîn ku, hebûne hêza Tirkiyê li Iraqê bûye cihê nerazîbûne Iraqê, herwiha Amerîkayê jî ragehandiye ku, ew hêz ne beşek ji hevpeymaniya navdewletî ye.