109 dadgerên leşkerî ji kar hatin dûrxistin
Komîsyona Dadgerên Leşkerî di bin serokatiya Wezîrê Berevaniya Tirikiyê Fîkrî Işik de civiya.

K24 – Navenda Nûçeyan
Komîsyona Dadgerên Leşkerî di bin serokatiya Wezîrê Berevaniya Tirikiyê Fîkrî Işik de civiya.
Li gor biryarên wê komîsyonê 109 dadgerên leşkerî ji kar hatine dûrxistin û pêwendiyên wan bi arteşa Tirkiyê re nemaye.
Herwiha hat zanîn ku, derbarê 10 dadgerên leşkerî yên din de jî lêpirsîn berdewam dike.
Piştî hewla derbeya leşkerî heta niha nêzikê 4 hezar kes ji Artêşa Tirkiyê hatin dûrxistin.