Li bajarê Anatalyayê êriş bi roketan hat kirin
Ti ziyanên canî nebûn.
K24-Navenda Nûçeyan
Îro, danê sibê li Tirkiyeyê bajarê Anatalyayê bi roketan êriş hatin kirin.
Li gor peyamênê K24ê bûyer li ser rêya Antalya û Kemerê pêk hat. Da zanîn di êrîşê de 3 roket hatine bikaranîn û yek ji wan li masîgehekî ketiye.
Di encamê de ti mirî an jî birîndarî çênebûn lêbelê piştî êrîşê dengê teqînek û çekan hatiye. Piştî bûyerê hejmarek zêde polîs û ambûlans hatin vegûhestin.
Di 24ê Tebaxê de dîsa li navçeya Kemer a Antalyayê êrîşek bombeyî li dijî otombîleke leşkerî pêk hatibû di encamê de 2 leşker birîndar bûbûn.