Tirkiyê geştên Esmanî bo Hewlêr û Bexdayê rawestand
Bi armanca parastinê.
K24-Navenda Nûçeyan
Bi sedma operasyona rizgarkirina Mûsilê û parastina geştên Esmanî Hêla Esmanî ya Tirkiyê du geşteyên xwe bo Hewlêr û Bexda rawestand.
Derbarê vê yekê Hêla Esmanî ya Tirkiyê daxuyaniyek belav kir, tê de ragehand ku, wan bi armanca parastina geşteyên Esmanî du geşteyên xwe bo Hewlêr ûBexdayê rawestandine.
Îro, danê sibehê operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê destpêkir, Hêzên Pêşmerge bi sê aliyan ve beşdariyê di wê operasyonê de dikin, heta niha 9 gund li mihwerê Xazir û Giwêr rizgarkirine.