Li Enqereyê çalakî û xwenîşandan hate qedexekirin

Heta 30ê Çiriya Paşîn dê berdewam bike.

K24-Navenda Nûçeyan

Li paytexta Tirkiyê Enqereyê hemû cûreya çalakî û xwenîşandan hate qedexekirin.

Parêzgeriya Enqereyê bi daxûyaniyeka nivîskî ragihandku, di destê wan de zanyarî hene ku,dê li Enqereyê êrîşên terorê pêk werin. Ji ber vê yekê bi armanca parastina ewlekariya mal û canê welatiyan xwenîşandan, kombûn, civînên çapemeniyê, mitîng û her cûre çalakî hatine qedexekirin.

Parêzgerî diyar kir ku, qedexekirina xwenîşandanan îro destpê dike û dê heta 30ê Çiriya Paşînê berdewam bike.