Li Enqerê qedexekirina xwepêşandanan hatiye ragehandin
Heta 30ê meha bê berdewam dike.
K24-Navenda Nûçyan
Wezîrê navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu da ragehand ku, li Enqerê, qedexekirina her cure meş û xwepêşandanan bi armanca ewlekariya welatiyan hatiye ragehandin.
Soylu, bi mebesta roja Muxtarên Tirkiyê li Enqerê daxuyanî da. Soylu got ku, li Tirkiye tu cejn û bibîranîn nehatiye paşdexistin û betalkirin.
Herwiha da zanîn ku, hin alî dixwazin aramiya gel xera bikin û ew tu carê destûr nadin vê.
Parêzgariya Enqerê beriya du rojan da xuyakirin, heta roja 30'ê 11'ha 2016'ê her cure meş û xwepêşandan hatine qedexekirin.
10'ê Çiriya Paşîn roja mirina damezrînerê Tirkiyê Mistefa Kemal e. Partiya Gel ya Komarê dabû xuyakirin ku, bi qedexeyê hikûmet dixwaze pêşiya bîranîna roja mirina Mistefa Kemal asteng bike.