Dêrik.. Serokê Xwecihiya ENKSê hate binçavkirin

Asayişa Dêrikê Serokê Xwecihiya Dêrikê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Elî Îbrahîm binçav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Asayişa Dêrikê Serokê Xwecihiya Dêrikê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Elî Îbrahîm binçav kir.

Endamê Pîlotbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Nafê'i Beyro ji K24ê re ragihand, îro Asayişa Dêrikê bi ser mala Serokê Xwecihiya Dêrikê ya ENKSê Elî Îbrahîm girtin û ew binçav kirin.

Beyro diyar kir ku, girtina Elî Îbrahîm ji aliyê asayişê ve, piştî wê yekê tê ku, Xwecihiya Dêrikê roja 18 Cotmehê çalakiyeke piştgîriyê bo girtiyên ENKSê yên di zîndanên Asayişa Rojava de bi rê ve biribû.

Tê zanîn ku, Xwecihiya ENKS li bajarê Dêrikê, ji bo piştgiriya girtiyên ENKSê yên di girtîgehên Rêveberiya Xweser de, çalakiyek bi rê ve birin. Asayîşa Dêrikê jî rêgirî li wê çalakiyê kir û 2 endamên ENKSê girt. 

Herwiha Beyro, daxwaz ji rêxistinên navdewletî û hiqûqî û hêzên Kurdistanî kir ku, fişarê bixin ser PYDê, da ku hemû girtiyên ENKSê di zûtirîn deme de bên azadkirin.

Tê zanîn ku, ENKSê berya demekê bangewaziyek belav kir û tê de ragihand ku, “Ji ber beşdariya endam û alîgirên ENKSê di merasîma oxirkirina şehîdekî Pêşmerge ku di şerê DAIŞê de şehîd bûbû, bi dehan çalakvan, endam û serkirdeyên ENKSê ji aliyê desthilatên ser bi PYDê ve ji 3 mehan ve girtî ne.”