Artêşa Tirkiyê: Me 70 bingehên PYD kirine armanc

Da zanîn ku, 52 bingehên DAÎŞê hatine topbaran kirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Sererkaniya Tirkiyê ragihandku, Hêzên wan 70 bingehên PYDyê xistine.

Sererkaniya Tirkiyê derbarê operasyona Cerablûsê de daxûyaniyek belav kir. Sererkanî got ku,  operasyona wan 60 roj in berdewam dike û herî dawî 70 bingehên PYDyê û 52 bingehên DAÎŞê hatine topbaran kirin.

Herwiha di encama gulebarankirina endamên PYDê ya li ser Arteşa Azad a Sûriyeyê jî 2 endamên Arteşa Azad birîndar bûne.

Ji alîkî di ve balafirên hêzên hevpeyman li dijî DAÎŞê operasyonek asimanî pêk aniye 2 endam DAÎŞê hatine kuştin û wesaîtek leşkerî jî hatiye tine kirin.

Arteşa Tirkiyeyê ji 24ê Tebaxê ve li Suriyeyê ser xeta Cerablûs û Azezê operasyonek berfireh birêve dibe.