Nirxandina encamên pêşîn yên Lijneya Derbeyê

Wezirê berê Mehmet Agar jî di komisyonê de hate guhdarîkirin.

 

K24-Navenda Nûçeyan

 Lijneya Derbeyê ya ku li Parlementoya Tirkiyê hatiye avakirin nirxandina pêşîn kirin. Endamên CHPê yên lijneyê îdîa kirin ku agahiya Ak Partiyê hebû, dê hewla derbeya leşkerî pêk bê. Wezirê berê Mehmet Agar jî di komisyonê de hate guhdarîkirin.

Lijneya lêkolînê ya ji bo hewla darbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê pêk hatibû bi her awayî zelal bike bi guhdarîkirina şexsên di nava dewletê de xwedî cihekî giring in, berdewam dike. Di komisyonê de Wezirê Karên Navxweyî û Bergiriyê yê berê Mehmet Agar hate guhdarîkirin û Agar daxuyaniyên balkêş kirin. Agar got; di heyama wan de tu danişînên rêxistina Fetulah Gulen tunebûne û piştî hewla derbeya leşkerî ew dîmenên ku wî dîtine ji bo pêşeroja Tirkiyê gelek girîng bûne. Mehmet Agar diyar kir ku çawa niha di nava rêxistina Fetulah Gulen de hebe di nava hemû rêxistinên terorî de têkiliyên dersînorî hene û ew têkilî jî digel rêxistinên îstîxbaratî yên dewletên biyanî ne. Derbarê vê yekê de Parlementerên CHPê Aytun Çiray û Sezgîn Tanrikulu daxuyaniya çapemeniyê dan.

Parlementerê CHPê Aytun Çiray îdîa kir ku agahiya Qesrê û Hikûmetê hebû ku dê Darbeya Leşkerî pêk bê, lê belê wan di wextê xwe de mudaxale nekiriye û dê demek nêz de gelek encamên siyasî derkevin holê.

Parlementerê CHPê Aytun Çiray wiha got:"Civînên lijneya darbeyê gav bi gav rûdanan derdixe holê. Di vê lijneya derbeyê de hûn li benda encamên asayîşî nebin. Di warê encamên siyasî de derketiye holê ku kîjan siyasetmedaran di karê xwe de xemsarî kiriye, kîjan siyasetmedaran çav li wan miçandiye û kîjan deshilatê alîkariya wan kiriye ku mezin bibin."

Endamê lijneya derbeyê yê CHPê Sezgîn Tanrikulu jî diyar kir, ew dixwazin ku hêzên serkêşiya hewla derbeya leşkerî kirine û sedemên hewla derbeyê derbixin holê.

Parlementerê CHPê Sezgîn Tanrikulu wiha axifî:

"Ev lijne ne ya lêpirsinê ye, ya lêgerînê ye. Çend agahî hatine veşartin û tên veşartin. Ev nayên parvekirin. Lê belê em hewl didin ku bi vê yekê encamên siyasî derxin holê."

Endamên lijneya derbeyê yên din jî amaje pê kirin ku piştî guhdarîkirina wan kesên ku navê wan hatine diyarkirin bi dawî dibe, dê encamên siyasî û agahiyên balkêş derkevin pêşberî çavan. Herwiha endamên lijneyê dibêjin ku kêşeya herî mezin ew e ku berpirsyarên siyasî yên derbeyê bên diyarkirin û encamên di vê lijneyê de derdikevin bi awayekî zelal ragîhînin pêşberî raya giştî.