Bo beşdariya operasyonê pêwendiyên Tirkiyê yên navdewletî didomin

Tirkiyê hem ji aliyê siysetmedaran ve hem jî ji aliyê rayagiştî ve bi awayekî germegerm tê şopandin.

K24-Navenda Nûçeyan

Operasyona ji bo rizgarkirina Mûsilê hatiye destpêkirin, li Tirkiyê hem ji aliyê siysetmedaran ve hem jî ji aliyê rayagiştî ve bi awayekî germegerm tê şopandin.

Rayedarên hukûmetê, ji bo ku Tirkiyê beşdarî oparasyona Mûsilê bibe pêwendiyên xwe yên di asta navneteweyî de didomînin. Li parlementoyê jî bi destpêkirina oparasyona Mûsilê dehatûya têkiliyên Tirkiyê yên bi welatên cîran re tên nirxandin. Parlementera CHPê Gulay Yedekçî diyar kir ku bi destpêkirina operasyona Mûsilê, asta têkiliyên Tirkiyê û Iraqê ya niha balkêş e. Yedekçî rave kir ku hewceye xwerexnekirinek bê dayîn û pêwîste Tirkiyê zimanekî lêhatî yê dîplamatîk bikarbîne.

Parlementera CHPê Gulay Yedekçîwiha got:"Di politikayên derve de tu tişt ji hev cuda nîn in. Mixabin ev bi salane ji ber polîtîkayên me yên bê plan û bê bername, têkiliyên me yên di polîtîkaya derve de di serî de bi Iraq û Sûriyê û giştî bi hemû cîranan re ber bi têkçûnê ve diçe. Dama ku hûn Tirkiyê birêvedibin û zimanekî mezhebî û cudager bikartînin helbet wê di siyaseta nevxweyî û derveyî de kêşeyên mezin derkevin holê.

Parlementera MHPê jî da xuyakirin ku hewceye Ewropa û Emerîka berî hertiştî pozîsyona siyasi ya Tirkiyê nas bike û mafên Tirkiyê yên cînarbûnê qebûl bike. Parlemntera MHPê Denîz Depboylu bi despêkirina operasyona Mûsilê hebûna Tirkiyê ya li herêmê wiha dinirxîne:

Parlementera MHPê Denîz Depboylu wiha axifî:

"Ev kesên ku dibêjin, "Welatên ne cîranê Irakê ne mafê wanê beşdarî oparasyona Mûsilê heye." dîvê cogrefyaya me bide berçavên xwe û ji biryarên ku mafên me yên cîranbûnê binpê dike dûr bikeve. Di salên pêşiya me de wê bi xeletêyên xwe bihesin. Ji îro şûn ve wê giringiya hêza Tirkiyê ya ji bo siyaseta Rojhilata Navîn baş fêhm bikin."

Ji aliyê din ve tê gotin ku daxuyaniya Wezirê Bergiriyê Emerîkayê Asthon Carter ku gotibû "Tirkiye û Iraq di mijara Mûsilê de li hev kirine" neraste. Rayedarekî Iraqî ji televzyona BBCyê re ragehand ku ew naxwazin Tirkiyê başdarî oparasyona Mûsilê bibe.