Artêşa Tirkiye:Operasyona "Mertala Ferat" ber bi nav\eya El-Babê ve diçe
Di encama şer û pevçûnan de 3 şervanên YPG jî canê xwe ji dest dane.
K24-Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiye ragehand, di roja 61'emîn ya Operasyona Mertala Feradê de 51 baregehên YPG hatine bombebarankirin û di şer û pevçûnan de 4 çekdarên opozîsyona Sûriyê hatine kuştin, 20 jî birîndar bûne.
Artêşa Tirkiyê, di daxuyaniyeke nivîskî de ragehand ku, operasyona Mertala Feratê ber bi el-Babê berdewam dike.
Di roja 61'emîn ya operasyonê de 51 baregehên YPG û 13 cihên DAIŞ'ê bûne armanca êrişên asmanî û topbaranê.
Hat ragehandin ku, hêzên Tirkiyê, tevî Artêşa Azad, li devera Mare, bi armanca ku gundên Şêx îsa, Herbul û Um Hewş ji kontrola YPG derxin, dest bi êrişê kirine, û di pevçûnan de 4 endamên Artêşa Azad hatine kuştin û 20 çekdar jî birîndar bûne.
Di encama şer û pevçûnan de 3 şervanên YPG jî canê xwe ji dest dane.