Yeldirim:Hêza me baregehên DAIŞê li Başîkê topbaran kirine
Bi armanca alîkariyê Hêzên Pêşmerge li wî mihwerî.

K24-Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yeldirim ragehand ku, li ser daxwaza Hêzên Pêşmerge tobxaneyên welatî wî mulge û baregehên DAIŞê li Başîkê topbaran kirin.
Derbarê vê yekê Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yeldirim di kongreyeke rojnamevanî de ragehand ku, bi armanca alîkariya Hêzên Pêşmerge li mihwerê Başîka tobxaneyên wan top û moşek avêtin navendên DAIŞê.
Tê zanîn ku, Hêzên Tirkiyê li nêzîk Başîke meşiq û rahênanê bi Heşda Niştimanî dikin.
Iraqê berî niha hebûna Hêzên Tirkiyê li Başîka bi dagîrker binav dikir, herwiha Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî beşdariyê Tirkiyê di Operasyona rizgarkirina Mûsilê de redkiribû.