Tirkiyê ruxseta çek dide siyasetmedarên AKPê

Ew siyasetmedarên ku, li bakurê Kurdistanê dimînin.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragehand ku, ewê çek bidin siyasetmedarên AK Partî yên li bakurê Kurdistanê.

Soylu di 25'emîn civîna giştî ya AK Partî ya li Afyonê da xuyakirin ku, li 13 bajarên bakurê Kurdistanê operasyonên Artêşa Tirkiyê bênavber berdewam dikin.

Bal kişand ser kuştina siyasetmedarên AK Partî yên li bakurê Kurdistanê û got ku, ewê ruxsetê çek bidin siyasetmedarên herêmê û bi armanca parastinê jî dê cerdevanan wek pasewan erkdar bikin.