Çawîşoglu: Bi awayekî çalak beşdarî operasyona Mûsilê dibin
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çawîşoglu da xuyakirin, bi awayekî çalak beşdarî operasyona Mûsilê dibin û 4 firokeyên wan jî di nav hêzên Hevpeymaniya Navdewletî de cih digrin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çawîşoglu da xuyakirin, bi awayekî çalak beşdarî operasyona Mûsilê dibin û 4 firokeyên wan jî di nav hêzên Hevpeymaniya Navdewletî de cih digrin.
Çawîşoglu ligel Wezîrê Derve yê Fransayê Marc Ayrault civînek çapemenî darxist û got, Pêşmerge û hêzên Neynewa ku ji hêla wan ve hatine perwerdekirin bi awayekî çalak beşdarî operasyonê bûne.
Çawîşoglu aşkere kir jî ku, 4 firokeyên şer yên Tirkiyê di nav hêzên asmanî yên Hevpeymaniya Navdewletî de cih digrin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çawîşoglu da xuyakirin, hêzên wan yên li Başîkê bi top, hawan û tankan jî piştgiriyê didin operasyona Mûsilê û heta niha jî 17 çekdarên DAIŞ'ê bi topên wan hatine kuştin.
Herwiha Çawîşoglu diyar kir ku, endamên PKK'ê ji Iraqê derbasî Tirkiye dibin û çalakiyan dikin û niha jî dixwazin li Şengalê Qendîla duyem çê bikin.
Çawîşoglu tekez kir, ew bi bergiriyên derveyî sînor jî, ewlekariya sînorên xwe xurtir dikin.