Li Tirkiyê 30 alîgirên Fethulah Gulen hatin girtin
Kesên ku, hatine binçavkirin bernameya Baylockê bikaranîne.
K24-Navenda Nûçeyan
Di çarçoveya operasyonên li dijî Tevgera Fetullah Gûlen de hatin binçavkirin.
Li Tirkiyê li dijî Tevgera Fetullah Gûlen li 12 bajaran ku, navenda wê bajarê Îzmîrê Zanîngeha Dokuz Eylûlê bû, operasyonek berfireh hate kirin. Lêpirsîna operasyonê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê ve tê bi rêve birin û heta niha 30 kes hatin binçavkirin.
Li gor medyaya Tirkiyê kesên ku, hatine binçavkirin bernameya Baylockê bikaranîne.
Baylock bernameyeke bişîfre ye û tê gotin di hewla derbeya leşkerî ya 15ê Tirmehê de ji aliyê Tevgera Fetullah Gûlen ve hatiye bikaranîn.