Li Tirkiyê 265 leşker ji kar hatin dûrxistin
Di çarçoveya operasyonên li dijî Tevgera Fetullah Gulen de ji kar hatin dûrxistin.
K24-Navenda Nûçeyan
Di çarçoveya operasyonên li dijî Tevgera Fetullah Gulen de 265 leşker ji kar hatine dûrxistin.
Wezareta Navxwe yê Tirkiyeyê ragihand ku, ji Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan 153, Ji Fermandariya Giştî Deryayî jî 112 leşker ji kar hatine dûrxistin.
Li gor daxûyaniya Wezareta Nvxwe piraniya leşkerên ji kar hatine dûrxistin efser in.
Li Tirkiyê piştî hewla derbeya leşkerî ya 15ê Tirmehê nêzikê 4 hezar leşker ji Artêşê hatin dêrxistin.