Li Tirkiyê bo piştgiriya mamosteyan konsertek hat lidarxistin

Rayedarên EGÎTÎM SENê amaje pê kirin ku dê çend bajarên din jî çalakiyên bi vî rengî saz bikin û pereyên ku kom dikin jî dê ji bo mamosteyan bişînin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê 4 mehin ku Rewşa Awarte berdewam dike û bi îdîaya ku li dijî Cemaeta Fetulah Gulen têkoşîn tê kirin, bi Biryarnameyên di Hikmê Yaseyan de bi hezaran mamoste ji ser kar tên durxistin. Ji bo piştgiriya mamosteyan li gelek bajarên Tirkiyê çalakiyên cûr be cûr li dar dikevin.

ji bo bi hezaran mamosteyên ku ji ser kar hatine durxistin bi pêşengiya EGÎTÎM SENê (Sendîkaya Perwerdekaran) li Enqerê paytexta Tirkiyê konsetra piştgiriyê hate lidarxistin. Ligel nûnerên partiyên siyasî, rêveberên dam û dezgeyên civakî, bi hezaran welatî jî beşdarî di konsertê de kirin. Beriya konsertê rêveberê EGITIM SENê Hakan Karabey rave kir ku niha nêzîkî 70 hezar mamoste ji ser kar hatine durxistin û di nava wan de 9 hezar mamoste endamê komeleya wan in û ji bo ku piştgiriyê bidin mamosteyên xwe wan ev konsert saz kiriye.

Rêveberê EGÎTÎM SENê (Sendîkaya Perwerdekaran) Hakan Karabey wiha got:"Li seranserê Tirkiyê mamoste ji ser kar hatine durxistin û ev yek hîna jî berdewam dike. Me jî li Enqerê xwest ku bibin dengê wan mamosteyan. Di rojên pêşiya me de, em ê çalakiyên cudatir jî bikin. Heta ku zext û zordarî hebe dê berxwedana me berdewam bike û wê dengê me her bilind be."

Di çarçoveya çalakiyê de hunermendên Kurd yên bi nav û deng Metîn û Kemal Kahraman piştî 20 salan li Tirkiyê yekem car hatin bal û di konsertê de stran gotin. Hunermendên bira rave kirin ku Tirkiye di nava rewşek gelek xeter de derbas dibe, li bakurê Kurdistanê şer û pevçûn berdewam dikin û ciwanên Kurd tên kuştin. Di nava van şert û mercan de pêdiviya herî mezin bi gotina stranan heye. Li gorî Kemal Khraman ger stran bêdeng bimînin wê her tişt bimire û pêwîst e ew deng bidin bajarên bakurê Kurdistanê jî.

Hûnermend Kemal Kahraman wiha axifî:"Helbet çalakiyên bi vî rengî li hemberî Rewşa Awarte dibin sembola berxwedanê. Hewceye konsertên bi vî rengî li her derê bi taybetî jî li bajarên Kurdistanê yên ku Rewşa Awarte herî zêde lê tê jiyandin bên kirin. Di vê rewşa herî tarî de em jî bi stranên xwe dibin dengê gelê Kurdistanê, dengê kedkar û karmendan. Hêvî dikim ku dê rojên xweş bên."

Rayedarên EGÎTÎM SENê amaje pê kirin ku dê çend bajarên din jî çalakiyên bi vî rengî saz bikin û pereyên ku kom dikin jî dê ji bo mamosteyan bişînin. Herwiha hunermendên Kurd jî bi stranên xwe bi hezaran welatîyên ku beşdarî konsertê bûn şad û bextewar kirin.

Fly Erbil Advertisment