Li Tirkiyê 18e alîgirên Fethulah Gulen hatin girtin

Di 20ê vê mehê de Serdozgeriya Komarê ya Konyayê di çarçoveya lêpirsînên li dijî Tevgera Fetûllah Gûlen de biryara binçavkirina 47 leşkerên pilebilind dabû.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê di çarçoveya operasyonên li dijî Tevgera Fetullah Gûlen de 18 leşker piştî mehkemekirinê hatin girtin.

Di 20ê vê mehê de Serdozgeriya Komarê ya Konyayê di çarçoveya lêpirsînên li dijî Tevgera Fetûllah Gûlen de biryara binçavkirina 47 leşkerên pilebilind dabû.

Ji wan 29 leşker piştî mehkemekirinê hatibûn girtin lêbelê 18 leşker hatibûn berdan.

Serdozgeriya Komarê ya Konyayê nerazbûn nîşan da û careke din daxwaza binçavkirina 18 leşkerên hatine berdan da. Piştî mehkemekirinê ew leşker jî hatin girtin.