Li Enqerê 12 bergûmanên PKK û DAÎŞê hatin girtin
Îro, danê sibê li Enqereyê polîsên dijî terorê li 35 navnîşanên cûda operasyonek hevdem pêk anî û bi ser malan de girt.
K24-Navenda Nûçeyan
Li paytexta Tirkiyê Enqereyê 12 bergûmanên PKK û DAÎŞê hatin binçavkirin.
Îro, danê sibê li Enqereyê polîsên dijî terorê li 35 navnîşanên cûda operasyonek hevdem pêk anî û bi ser malan de girt.
Di encamê de 6 bergûmanên DAÎŞê 6 jî bergûmanên PKKyê hatin binçavkirin.
Îro, 93 mîn salvegera damezirandina Komara Tirkiyê ye û li gelek cihên Enqereyê rewresmên fermî bi rê ve diçin. Tê gotin bergûmanên hatine binçavkirin li dijî wan rewresman amedekariya çalakiyên bombeyî dikirin.