Berpirsê rojnameya "Cumhuriyet" Murat Sabuncu hat girtin
Di operasyonê de nivîskar Guray Oz hat binçavkirin.
K24-Navenda Nûçeyan
Hêzên ewlekariya Tirkiyê, îro ser bi malên rêveber û nivîskarên rojnameya Cumhuriyetê ve girtin. Berpirsê rojnameyê Murat Sabuncu û nivîskar Guray Oz hatin binçavkirin.
Îro, berdestê sibê, polîsên Tirkiyê bi biryara dozgeriyê çûn malên Berpirsê rojnameya Cumhuriyetê Murat Sabuncû, Serokê Desteya Cîbcîkirinê Akin Atalay û nivîskar Guraya Oz.
Piştî lêgerîna malan, Sabuncu û Oz hatin binçavkirin. Der heqê Akin Atalay de jî biryara binçavkirinê hat dayîn ku niha li derveyî Tirkiyê ye.
Rojnameya Sabahê ku nêzîkî desthilata AK Partî ye da xuyakirin, biryarê binçavkirina 13 rêveber û nivîskarên rojnameya Cumhuriyetê hene û ew bi alîkariya Cemaeta Gulen û PKK tên tometbarkirin.